William Blake. Helbestkar, nîgarkêş, pêşbînê mistîk, anarşîst û şoreşgerê Îngilîz ê serdema romantîk. Piştî mirina wî bi sedsalekê, di navîna 1920'an de, helbestkarî, nîgarkêşî û hunermendiya wî ya xas, piştî bêdengiyeke dûr û dirêj, ji nû ve kete rojeva cîhanê; ji wir û bi vê de ye ku sîbera dara helbesta wî û nîgarkêşiya wî fireh dibe. Blakeê ku em ji William Butler Yeats bigirin heta bi Allen Ginsberg, gelek hunermendên gewre li jêr kartêka wî mane, bi 106 helbestên xwe ve, êdî bi Kurdî ye, yê ku dibêje:

Piling

Pilingo! Pilingo! dişuxulî geşegeş

Li nava daristanên şeva reş,

Kîjan destê an jî çavê nemir

Karî aşop bike sîmetriya te ya gefxur?

 

Li kîjan kûrahiyên an jî esmanên dûr

Agirê çavên te dada hûrehûr?

Diwêre bi kîjan baskan bifire?

Kîjan dest diwêre êgir bigire?


PILING


136

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

Kawa Nemir

2013




Bêjeyên Sereke

PILING
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number