Li gor tê gotin, li cîhanê piştî Qur’an û Încîlê pirtûka herî zêde hatiye xwendin û li

zimanên din hatiye wergerandin Pînokyo ye. Sebeba vê jî, çendî ku wekî

çîrvanokeke zarokan bixuyê jî, lê di asasê xwe de di nav wêjeya cîhanê de deqa

xwedî wesfên herî wêrek û biraz e. Çîroka Pînokyo, qelsî û durûtiya me ya ji ber

sixtekariya me aşkere dike. Lewma çendî wekî karakterekî kûkla û pêlîstikî xuya

bike jî, a rast di nava me hemûyan de Pînokyoyekî ku rabûye pêdarê heye. Ev

kûklayê pêlîstikî yê bi destê Hoste Gepetto ji êzingekî bisêr hatiye çêkirin û dû re

bûye kurikek; her cara ku derewan dike pozê wî mezin dibe! Ew her tim bi qencî û

dilhenûniya xwe hereket dike. Lê belê dû re her tim ji rêya xwe dertê û çav ber

dide rêya herî rihet. Yanî ji bo ji cezayan xelas bibe, bi derewan emel dike. Hingî

hînî derewan dibe, piştî wextekê êdî nikare rastî û derewê, tiştên bera û nebera ji

 

hev derxe. Aha! em jî werê ne.


PİNOKYO


189

Kurmanci

Çoçuk kitapları

2021




Bêjeyên Sereke

PİNOKYO
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number