Pollyanna, pirtûka nivîskara Amerîkî Eleanor H. Porter e û di sala 1913’an de hatiye
çapkirin. Pollyanna, ji roja ku hatiye nivîsandin heya niha li gelek zimanan hatiye
wergerandin û yek ji berhemên sereke yên zarokan e. Pollyanna, behsa çîroka
zarokeke sêwî dike. Piştî bavê wê dimire, li Vermontê li cem xaltîka xwe ya zengîn,
lê cirnexweş dimîne. Jiyana Pollyannayê bi her awayî li ser asasên bextewariyê ye.
Bereksê cirnexweşiya xaltîka xwe, biçe kû derê bextewariya xwe jî bi xwe re dibe
wir. Lîstika wê ya bexetewariyê, wê ji helwesta hişk a xaltîka wê diparêze û wê bi
jiyanê vê girêdide. Tu tişt nikare wê bedbext bike. Xaltîka wê odeya herî xirab a
malê, odeya bê xalî û tej dide wê. Lê gava li vê odeya xirab tê bicihkirin Pollyanna
ya xwîngerm dîsa jî dibêje bergeha herî xweş ji vê derê xuya dike û her wiha gava
ji bo xwarinê dereng dimîne xaltîkê ew ceza dike, lê dîsa jî malavayiya xaltîka xwe
dike. Tevahiya bajarokê bi saya “Lîstika Bextewariyê” ya Pollyannayê hay ji qîmeta
jiyanê çêdibe. Axirê di dawiya çîrokê de Pollyanna ya ku ji xemgîniyê dilxweşiyê, ji
zehmetiyan kêfxweşiyê diafirîne xaltîka xwe ya cirnxweş jî diguherîne û dilxweş
dibe.


POLLYANA


142

Kurmanci

Çoçuk kitapları




Bêjeyên Sereke

POLLYANA
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number