QONAXEKE MODERNÎZMA KURDÎ

Add to Favorites

QONAXEKE MODERNÎZMA KURDÎ

Helbesta Tîrêjê

Îrfan Amîda

Lîs Yayınları

ISBN: 9786059295314




Dîroka wêjeya modern a Kurdî dişibe dîroka dema modernîzmê a Kurdan. Di warê siyasetê de çawa dîroka Kurdan qet qetî be dîroka wêjeyê jî wiha qet qetî ye û bi qonaxan û nifşên wan qonaxan ve girêdayî ye. Di wêjeya modern de ji ber vê yekê em nikarin behsa herikîn û veguherîneke diyalektîk bikin. Ji diyalektîkê zêdetir bi peywendiyeke diyakronîkî bi siyasetê ve girêdayî ye. Piranî piştî siyasetê wêjeyê destpê kiriye. Ji lewra jî piranî têkiliya wêje û siyasetê têkiliyeke organîk e û vê yekê bandor li naveroka wêjeyê jî kiriye.

Ji ber ku wêjeya kurdî a modern bi siyasetê ve girêdayî ye xwedî tezekê ye herdem. Siyaseta Kurdî xwedî kîjan tezê be wêjeya Kurdî jî xwedî heman tezê ye. Loma jî ji çawabûna wêjeyê û estetîka wê bêtir tez derdikeve pêş. Ev tişt di wêjeya Kurdî a modern de ji bo hemû qonaxan derbasdar e. Wêje ji bo wê tezê bide ispatkirin dîdaktîk û propagandîf tevgeriyaye. Her car li çîroka bingehîn a esas vegeriyaye. Ger car caran dest avêtibe çîrokên cihê cihê jî a soxî ew jî bi çîroka bingehîn ve girêdane. Mijarên ku hildane dest û estetîze kirine bi çîrok û mijara esas ve girêdane û xistine xizmeta teza ku xwestine ispat bikin. Ji ber hebûna tezê jî wêjeyeke reaksiyonel e pirê caran.

Yek ji wan qonaxan jî qonaxa Tîrêjê ye. Tîrêj di sala 1979an de dest bi weşana xwe kiriye ku ew dem bi xwe wekî serdemekê dibe ku bê pejirandin. Lewra li Komara Tirkiyê û gelek deverên Cîhanê siyaset dînamîk e. Dewletên Cîhanê bi piranî bûne di nav pakta NATOyê û VARŞOVAyê de sef girtine û şerê psîkolojîk didome. Di dema vî şerî de jî hemû tişt wekî alaveke şerê psîkolojîk hatine bikaranîn. Wêje û huner jî wekî alav hatine bikaranîn. Di vê serdemê de di nava Kurdan de jî siyaset gur bûye û gelek rêxistin û partî ava bûne. Doza van partiyan bi piranî azadiya Kurdan û pergaleke sosyalîst e. Kovara Tîrêj jî di nava van mercan de û bi siyasetê ve girêdayî dest bi weşana xwe kiriye. Ev yek bi xwe taybetiyeke wê ya balkêş e lê heta niha tu lêkolînên akademîk li ser nehatine kirin.


QONAXEKE MODERNÎZMA KURDÎ


152

Kurmanci

Folklor-Mamik/Folklor-Bilmece

1986




Bêjeyên Sereke

QONAXEKE MODERNÎZMA KURDÎ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number