Kilam û stranên kurdî, nirxên me yên herî buha û pîroz in. Kilamên kurdî xeml û rewşa civaka me ne, cihê kubarî û serbilindiya me ne û temînata parastina çand û zimanê me ne. Kilamên me, eynika civak û gelê me ne.

Dengbêjiya kurdî çand, huner, dîrok û rastiya me ya civakî parast, xwedî kir û heta roja îro anî. Di demên herî zor û zehmet de, di tarîstan û bêbextiya dîrokê de, li hemberî neyar, dagirker û xiyanetê, kilam û stranên me weke kelehan li ber xwe dane û hebûna me parastine.

Muzîk, kilam, sazbendî, meqam, dîlan, destan û efsaneyên kurdî pir xurt in, pir bihêz in, pir dewlemend in, pir zindî û jiyanî ne û pir bibandor in.

Ev berhem li ser dengbêj û sazbendên Rewanê ango yên Kafkasyayê hatiye amadekiririn. Ji avakirina Rodyayê Êrîvanê bigre heta nasîn danasîna gelek dengbêj, sazbend û berhemên wan e.

Di serî de hevpeyvîn li ser jiyan û berhemên dengbêj û sazbendên wekî Egîdê Cimo, Karapêtê Xaço, Feyzoyê Rizo, Dîlbera Wekîl, Memê Israfîl, Dilovan, Cemîla Celîl û bi dehan dengbêj û sazbendên din di vê berhemê de cih digirin. Ev berhem ji bo naskirina dengbêj û sazbendên Kafkasyayê berhemeke herî baş û kêrhatî ye. Hûnê bi deve wan, wan nas bikin bê ka ew kê ne û çi kar û xebat ji bo çanda kurdî kirine.    


Qulingên Rewanê


298

Kurmanci

Kürt Tarihi ve Araştırmaları Kitapları

2021




Bêjeyên Sereke

Qulingên Rewanê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number