“Rahênanên Zimanê Kurdî” yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî ya Destnivîsên Kurdî da cih girtîye. Alimê kurd Mela Mistefayî ev berhem ji bo fêrkirina kurdîya kurmancî ya A. Jabayî di 1860î da amade kirîye û berhemeka rahênanî ye. Di berhema Mela Mistefayî da li ser mijarên rêzimanî yên wekî dem, rawe û avahîyê, zêdetirî heşt sed mînak hatine pêşkêşkirin. Akademîsyen Mîkaîl Bulbul û Mustafa Ozturk di vê xebatê da hem nirxandin û  latînîzekirina berhema Mela Mistefayî kirine hem jî metina latînîzekirî di nav tabloyan da û digel taybetmendîyên wan ên rêzimanî nîşan dane. Herweha di dawîya xebatê da metina berhemê ya orîjînal jî bi awayekekî rengîn hatîye dayîn. Ev xebata ku heta niha zêde nedihat zanîn yekem car e ji alîyê Weqfa Mezopotamyayê dihê çapkirin.


Rahênanên Zimanê Kurdî


192

Kurmanci

Ziman-Rêziman – Dil-Dilbilgisi

2021




Bêjeyên Sereke

Rahênanên Zimanê Kurdî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number