Di berhemên gelek civaknas, ramanwer û feylezofên nûjen de tişta herî zêde ku tên dîtin, qutbûna wan a ji civakê ye.
Mirov dibêje qey ji esmanan li civakê dinêrin û dinirxînin. Terxên wan ên analîz, lêkolîn
û nirxandinan wekî ku ew kirdeyekî li derveyî civakê ne û civak jî heyberekî li derveyî
wan e. Wekî ku hebûnên li dorê hev bin şikil girtiye. Mirov dibêje qey neendamekî
civakê ne, haja wan ji rewşa civakê nîne. Wê civakê qet nas nakin. Tê de nejiyane. Ji
cîhanekî din hatine û hewl didin ku bi analîz û ezmûnan wê cîvakê fêhm bikin. Bi rastî
jî, berhemên wan wekî ku ji hêla kesên biyaniyên cîvakê ne ve vehatine amade kirin.
Ev nêzikatî jî xeletiyê wêdatîr, sekn û hişmendiyek ku hatîye rûniştin. Lewma ew rastî
zû bi zû bi niyetên baş û bi hewildanên ferdî derbas nabe.
Pirsgirêkek esasî li pişt sedema vê encamê veşartiye. Ew çi tişte ku dibe sedema
qutbûneke bi vî avayî? Esas divê ew hişmendî were peydakirin. Yên din encam in.
Berhem û xebata wan jî, ji xwe encamên wê hişmendiyê ne. Ew encam jî dibin sedem
ku naveroka xebatan bi pirsgirêk be. Tişta ku bi xwe pirsgirêk be, wê çawa ji civak û ji
zanistê re bibe rênîşek.


Rexneyên Li Ser Civaknasîya Nûjen


108

Kurmanci

Araştırma İnceleme Kitapları

2022




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number