Dema Rojdaya ku li Stenbolê li Zanîngehê dixwîne, ji ber nexweşiyê hinekî navbirê dide xwendinê û tê mala xwe ya li Tetwanê, bi rê de li laşê gerîlayeke jin diqelibe. Piştî vê tesadufê Rojda ji aliyê leşkeran ve tê şopandin, di îfadeyên bi îşkence re derbas dibe, jiyana wê bi bûyerên bênavbir û awarte hildiweşe.

Dîsa di rojeke zivistanê ya biberf de, pêrgî gerîlayên ku wê dişopînin, tê. Gerîla wê bi xwe re dibin ser çiyayan, êdî jiyaneke ku kevir û dar li ber îdare nakin, dest pê dike. Rojda dibe şahidê neçarî, evînên nepenî, întîxar û hêza berxwedanên mirovahîyê. Di heman demê de, li bajaran, gelê welatparêz têne kuştin. Mirovên ku Rojda ji wan hez dike, bi rêbazên hovane têne kuştin.

Rêya Bêveger, bûyerên ku di salên 1990'î de li ser erdnîgariya Kurdan pêk tên, bi vegotineke balkêş vedibêje


RÊYA BÊVEGER


400

Kurmanci

Edebiyat - Roman

SALIH AGIR QOSERÎ

2014




Bêjeyên Sereke

RÊYA BÊVEGER
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number