Heke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba?
Ma we jî ne dixwest yên xerab ceza bikira û yên baş biparasta? Gava we dîtiba yên
xwedî dewlet, zulm û zorîyê li feqîr û belengazan dikin we yê çi kiriba? Ji bo ku
serê we neketiba belayê hûn ê bêdeng bimana ya hûn ê bi wêrekî derketana pêş û
we yê alîkariya wan kiriba? Heke hûn jî bibêjin; “Min ê jî wekî Robîn Hood kiriba!”
naxwe hûn qet li ser zehmetiyên vê yekê fikirîne?
Heke hûn Robîn Hoodek bûna, belkî hûn ê li çol û çiyayan geriyabana, we yê xwe
li daristanan veşartiba, hûn ê li derve, ya jî li bin siya darekê, ya jî li şikeftekê, ya jî li
bin kendalekî bi hêwa, razabana.
Hûn û yên wekî we, hûn ê bibûna yek û we yê diziya wan ên zengîn û zordar
kiriba. Ew ên ku bûbûn sebebê jar û perîşaniya we. We yê li welatê xwe li hemberî
neheqî û bêdadiyê doz kiriba. Ji bo vê dozê jî wê serê we ketiba belayê; we yê
zehmetî kişandiba û we yê nizanîba bê sibê wê serê we li ser kîjan balgîfê bûya?
Hûn ê bi tevî hevalên xwe, yên şêr û şên, li hemberî hemû zengînên dilkevir,
walîyên xedar, qralên çavsor û keşeyên bêmerhemet, bêetlan û betlan sekinîbana.


Robin Hood-Howard Pyle


195

Kurmanci

Çoçuk kitapları

2021




Bêjeyên Sereke

Robin Hood-Howard Pyle
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number