Paul Auster dibêje, “tenê ew kesa/kesê dikare çîrokekê vebêje çîrokekê dijî.” Çîrokên minîmal ên Alî Duran Topuz ji hinava vê zanînê olan didin. Hûr dibin, gir dibin, li mêrgên qeşimî û germ divenişin. Bi çavên kesên di tarî û dîrokê de mayî dinêrin. Ji şîna sedsalî ya Koçgirî heya kesên derketî û ji derbketî, ji valahiya zemên heya qonaxên wendabûnê, me li pey şopa hespekî kumêt digerînin. Dişibin axa sar a li ser gorreke nû û teze.
Kurmanciya Koçgiriyê diveje bi pênûsa Topuzî. Çîrokên kurt, hevokên kurt, bûyerên mezin li ser û binê rûpelan radibin pêledanê. “Rû û Kûr” ya li ser axê û ya di bin axê de dinehwirîne, ku çîrok e û çîrokan vedibêje.

Rêyeke nû ye di çîroknûsiya kurdî de, berê xwînêran dide hevrazên hebûnê.


RÛ Û KÛR


96

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

2001




Bêjeyên Sereke

RÛ Û KÛR
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number