Romana Jaklin Çelik ya çîroka sê jinan xwediyê mijareke balkêş e. Bo ku cendexewneke kevn binax bike, vegeriyabû Stenbolê; li kuçeya xwe, li mala xwe a ku bi salan bû neçûbûyê, vegeriyabû. Di berîka wê de gulazeke porê zarokekê hebû; zarokek ku li Xarpêtê ji dê û xwişkên xwe hatibû kirin û a niha dixwest li xwediyên xwe, li axa xwe vegere…

Xanîberfiroşekî ecêb û delaliya wî a jê jî ecêbtir; heter lê dikirin, bo ku vê mala ku ji pêşeroja wê, ji dîroka wê mabû û a niha mişkan ew der kiribûn qulistana xwe û hey textên wê ên riziyayî dikeritandin, bikirin. Gelo wê dê karibûya vê mala ku Ramelayê di navbera jûrên wê de çûbû û hatibû, dengê xwe li dîwarên wê pistandibû û di her Paskalyayê de ji bo kesên ku navên nedihatin bîrê, şîv û xwarin çêkiribû, bifirota?

Sê jin… Li ser şopa demê û di nava awêneya îro de… Jaklin Çelik, di roman bi navê Şahiya Hêrsê de, ku tewq bi tewq berpêyî pêşerojê tê werpêçandin, çîroka Ramela û Şakeyê, wekî zêmareke ku di hundirê xwe de didome û wekî qîrîneke her ku diçe zêdetir dibe, vedibêje…


ŞAHÎYA HÊRSÊ


112

Kurmanci

Edebiyat - Roman

DILAWER ZERAQ

2012




Bêjeyên Sereke

ŞAHÎYA HÊRSÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number