Resimli Özel Baskı ve CD li

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand. 

Serektiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirtûka “Şakarên Muzîka Kurdî” ya du cildî weşand.
Pirtûk ji aliyê lêkolîner Zeynep Yaş ve hate amadekirin, di pirtûkê de serpêhatiya jiyana hunermendên kurd, fotoyên belge-arşîvî, qeyda dengê her yekî sê stranên van hunermendan ligel deqa wan û şêweyê notakirî tê de cih digirin. Pirtûk 900 rûpel e, 142 dengên resen bi zaravayê Kurmancî, Soranî û Zazakî stran tê de hene û du DVD jî li ser in. Di cilda ewil a pirtûkê de 52 hunermendên di navbera salên 1803-1930î hene, di cildê duyan de jî salên 1931-2015an li xwe digire ku di vî beşî de jî agahiyên der barê 58 hunermendan hene


Şakarên Muzîka Kurdî


Kurmanci

Müzik

1986




Bêjeyên Sereke

Şakarên Muzîka Kurdî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number