Sê Sînor, ji jîyan û bûyerên rasteqîn pêk tê, serpêhatîya welateke parçekirî radixe ber çavan, berxwedaneke bê hempa ya gelê Kurd vedibêje. Mijar li ser têkoşîna di navbera du alîyan, du helwest, du dinyayên rikber diherike: Ji aliyek ve lehengî, mêrxasî û cangrorîya ji bo azadî û jiyaneke birûmet, li aliyê din ve zilm, neheqî û bêbextîyeke derê mirovahî…

Di romanê da westatiya nivîskar di her rêzê da dîyar dibe. Ew ne tenê şahidîya pêşhateyan dike, her wisa qehremanê çîrokê bi xwe ye jî. Jiyana wî ya dijwar, têkoşîna wî ya bi zor û zehmet, şerê man û nemanê bi her awayî mohra xwe li romanê dixe. Ew car caran bi tesvîrkirina dewlemendîya xwezaya welêt bêhna meriv dertîne, mirov li deşt û zozan, li çiya û gelîyan digerîne. Carna jî êş, elem û belengazîya gelê Kurd bi zelalî wêne dike...


SÊ SÎNOR


208

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2021




Bêjeyên Sereke

SÊ SÎNOR
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number