“Min çîroknivîsê kurd ê mezin mamoste Mihemed Mukrî bi saya romana Segwer (Reyîn) baştir nas kir. Pir li xweşa min çû ku romana wî Segwer hate çapkirin û belavkirin. Lê hîn zû dengê acizî û nerazîbûnê di nav hinek kadro û pêşmergeyên YNKê da. Ev mafê her mirovekî ye, heke na kîjan dîktator ji medh, pesindan û şabaşan hez nake? Ku bi rastî ev cûrê reftarê yê çawîşên siyasî ye, ne yê nûser, ronakbîr, edîb û mirovên durist e. Ez qenciyeke dî jî di çapkirina Rewîn de dibînim, çimkî heyameke şoreşa me ya nû û pîroz bi bîr tîne û me teşwîq dike ji bo bikaranîna mafê pîroz ê azadiya bîr û nerînê û serbestiya raman û boçûnan.”

Mam Celal

“Mihemed Mukrî yek ji pêşengên çîrok û romana Kurdî ye. Zimanekî rehwan hebû. Xwedî rewşenbîriyeka fireh bû. Pir dixwend û pir dinivîsî. Xwedî helwest û mirovekî biwêr bû û li ser helwestên xwe pir diêşa lê heta roja dawiyê jî ji jiyana xwe her ma ew mirovê azad di gotin û nivîsîn û kiryarên xwe da.”

Mueyed Teyib


SEGWER (REYÎN)


64

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2015




Bêjeyên Sereke

SEGWER (REYÎN)
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number