Îhsan Colemêrgî, ketiye dû şopa Selahedînê Eyûbî, ew şibandiye “qulingekî” ku terka çîya û balayên welatê bav û kalan dike û li deştên Şam û Qudsê bi cî dibe. 

Selahedînê mêrxas, di navbera Zengîyên Tirkman, Selçûkî, Ebasî û Fatimîyên Şîa de ber sînga artêşên Frengan digire û bi pal û pişta êl û hozên Kurdan ên wê demê, bi taybetî bi hevkarîya êlên Hekarîyan navê xwe di dîrokê de dinivîse.

Colemêrgî, bi berfihehî behsa pêşengîya Selahedîn dike û bi bîr tîne ku ew naşibe tu serok û pêşengên Rojhilata Navîn heta dema tengavîyê ji dijminê xwe re hesp şandiye, dîl û girtî bi rehm û dilovanî ezimandine, azad kirine, çûye kî derê xêr û bereketa çîyayîyan bi xwe re biriye.


SELAHEDÎN


176

Kurmanci

Tarih

2021




Bêjeyên Sereke

SELAHEDÎN
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number