ŞERÊN SASÛNÊ

Add to Favorites

ŞERÊN SASÛNÊ

Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî 

Osman Sebrî

Lîs Yayınları

ISBN: 9786059014731




Têkoşer û sîyasetmedarê Kurd Osman Sebrî di vê berhema girîng de behsa Serîhildana Çîyayê Sasûnê dike û hemû hûrgilî û kitekitên şerên “Qewmê Çîyê” li ber çavan radixe. Pirtûka ku wekî belgeyeke dîrokî ya cihêwaz û degme tê hesibandin; têrtijî ye bi zanyarîyên di der barê fedakarî û mêranîya mala Elîyê Yûnis û eşîrên Kurd ên hevalbendên wê li beranberî leşkerên Tirk de. Ji Şerê Mêlhayê û Motikan heta bi Şerên Gecoka 1926'an û Şerên 1927'an û mêranîya Reşê Artirerî ya bêmînak li hemberî dijmin! Di vê berhemê de, Osman Sebrî me dixe nava kefteleft û hêlemana serîhildana gelê Kurd li hemberî dagirkeran û balê dikişîne ser efûyên derewîn, xapên dijmin û fen û fûtên wî di nav eşîrên Kurdan de û kiryarên leşkerên dijmin ên nemirovane di der heqê jin û zarokên Kurdan de.

Bûyerên van şeran ji alîyê Evdirehmanê Elîyê Yûnis bi xwe ve ji Apo Osman Sebrî re hatine gotin û Osman Sebrî ew ro kirine di qalibekî vegotinê yê rewan û herikbar de.

Berhema “Şerên Sasûnê” ya dîrokî ya Osman Sebrî vê carê bi çapeke cuda ji nav weşanên Lîsê derdiçe…

Berhema ku dê bê temamkirin bi weşandina hemû berhemên nivîskarê welatparêz, Apo Osman Sebrî!


ŞERÊN SASÛNÊ


84

Kurmanci

Kürt Tarihi ve Araştırmaları Kitapları

1986




Bêjeyên Sereke

ŞERÊN SASÛNÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number