...mirov bixwe bermahî ne. Û sergo ne, ewên ku ji nava şeqên jinekê di jiyanê wer dibin. Sergo ne, ewên bi ser lingan dikevin. Sergo ne, ewên dawiyê jiyan wan diterikîne û weke vî çewalî li ser erdê radizên. Jina ku ber diavêje jî, sergoyekî diafirîne. Pizanka ku bi mirîtî ji dayikê dikeve, carina tê binaxkirin carina jî tê avêtin. Pizanka mirî di navbera bihuşt û dojehê de dimîne. Îcar em fena mêran ne qevzên jiyanê ne. Ew naxwazin ji gûyê xwe bi dûr bikevin, di rodiyên xwe de hişk dikin, naafirînin û qevz dibin. Gerçî ev bîrbûneke kûr û dirêj e, di vê keleqija germê de bi çend hevokan nayê vegotin.


SERGOTINA CALVINO


144

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2013




Bêjeyên Sereke

SERGOTINA CALVINO
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number