Serpêhatiyên Ulysses a Charles Lambê nivîskar, rexnegir û helbestkarê Îngilîz; çîroka vegera bo welatê bav û kalan a peyayekî bi navê Ulysses û hevriyên wî yên dêran; Ulyssesê cegerpola yê ku çav ji kulê nade hev, di nava her cure zorî û zehmetiyan de ji xwe re riya çareseriyê peyda dike, di gerdûna wêjeya mirovahiyê de bûye sembola konetiyê, zîrekiyê, jêhatîbûnê, biryardariyê, hezkirinê; serqise, sembola gelek taybetiyên mirovbûnê. Viyana xurt a peyayekî ku piştî Şerê Troyê bi salan hewil dide ku bikaribe di nava deryayên har ên li jêr desthilatdariya yezdanan, dorgeyên dûredest ên xelkên cihêreng û rawir û zindiyên seyr û tirsnak, bobelat û malkambaxiyan re vegere welatê xwe, Ithacayê, ba jina xwe ya dilsoz, Penelopeê û kurê xwe, Telemachus. Şer û qetl û qitûlên ku bi rê ve diqewimin, hevriyên ku hemû dibin qurbanî û dawiya dawî, serfiraziya ku bi vegera wî re bi tenê bi para Ulyssesê keyser dikeve. Pirs ew e çi ka gelo di dawiyê de, li welatê bav û kalan çi li hêviya Ulysses e!

Çembereke çîrokên ku xwe dispêrin mîtolojiya Yewnanên dêrîn, ku di 1808'an de, ji dastana Homeros a bi navê Odysseyê hatiye wergirtin û ji aliyê Lamb ve ji nû ve hatiye nivîsandin, ji wê hingê ve ye bûye yek ji klasîkên wêjeya mirovahiyê.

Xwendevanê Kurd ê vê wergera bedew a wergêrê jêhatî, Samî Hêzil, bi çêj û ekla Kurdiya me ya biqudret bixwîne û jê têr nebe.


SERPÊHATÎYÊN ULYSSES


144

Kurmanci

Dünya Edebiyatı

SAMÎ HÊZIL

2010




Bêjeyên Sereke

SERPÊHATÎYÊN ULYSSES
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number