JI NUBIHARÊ 10 KITÊBÊN ZAROKAN!

(Özel çantası içinde)

Ev deh kitêbana, wekî set bi navê “Daristana Şêrîn” weşiyane. Neh heb ji wan rengîn, yek jî reşbelek e; yanî kitêba xêzkirin û rengandinê ye. Li dawiya her kitêbê, li gorî naveroka wê hin pirsên azmûnkariyê û ferhengokek hatine amadekirin.
Rûpelên kitêban, bi nîgarên rengareng xemilandî, nivîsên wan jî digel nîgaran hûnandî ne. Metnê kitêban, nivîskar bi xwe vejandiye; ne ku folklorîk û werger e. 

Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerandin. Ewana gelek têgehên razberî hînî zarokan dikin, herwekî; arîkarî, hevaltî, hevkarî, quretî, nefsbiçûkî, wêrekî, tirsonekî û gelek tiştên din.
Jiyana lehengan, li Daristana Şêrîn dibore. Her çar danê salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê, havînî tîn û tîrêjan, payîzî pûş û xezanan, zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din...

Ajalên daristana şêrîn, bi tevgerên xwe yên li malê, li mektebê û digel hevalan, ji bo xûyê xweş û karekterên baş dibin rêber û rênuma ji bo zarokan.

SETA DARISTANA ŞÊRÎN JI VAN KITÊBAN PÊK TÊ:
1-Poşmaniya Mar
2-Kanûgrû Gogo
3-Sihorîka Tirsonek
4-Hechecika Delal
5-Malbata Meymûn Xanim
6-Çirçirk û Cîranên Wê
7-Xewa Piling Pîlo
8-Roja Bavan
9-Roja Dayikan
10- Reşbelaka Daristana Şêrîn


Seta Daristana Şêrîn


Kurmanci

Folklor-Çîrok-Pêkenok-Serpêhatî – Folklor-Hikaye-Gülmece-Anı

2015




Bêjeyên Sereke

Seta Daristana Şêrîn
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number