Bûyera romanê, li Qoserê (Qezê) derbas dibe. Kurdekî şampaz, bi dek û dolabên xwe xelkê dişêlîne, rût dike û dihêle. Kalekî me jî dikeve ber xezeba wî, lê kalo, dev jê bernade û bi dû wî sextekarî dikeve…

 “Ez jê pir aciz bûbûm. Min ji xwe ra got ew îro pê li can û cesedê min jî bike, ez ê pereyên xwe yên berê û yên ku min aniha dabûnê, wan tevan jê bistînim. Min got pere, wî got zerfa te. Min got, ka perê min û wî ji min ra xweş kir. Min got, ka perê min û wî bi derewên xwe qûç çêkir. De û de, wî lê nihêrî xelasî tune. Hêdî hêdî bin wî sincirî. Mehdê wî qulibî. Min lê nihêrî, çavê wî li revê ye. Pere xistibûn berîka çakêtê xwe. Min xwe çeng kir çakêtê wî û hişk pê girt.”

 


Şampaz


170

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

2017




Bêjeyên Sereke

Şampaz
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number