Seta Pêşdibistanê - KULÎLK

Add to Favorites

Seta Pêşdibistanê - KULÎLK

 5 pirtûk

Aynur Özbay

Weşanxaneya Hîva

ISBN: 9786059109122




5 pirtûk bi hev re tê firotin. Him Kirmanckî him jî Kurmancî hatiye amadekirin (ji bo 5-6 salî)

Xêzkar: Qerbelek

1. Pirtûka xêzkirinê ye. Ji 40 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de zarok di destpêka pêşdibistanê de bo ku ji dibistanê hez bikin. Çalakiyên mîna boyaxkirina wêneyên ajalan, xêzkirina xêzên cuda û xêzkirina jimaran pê hîn dibin.

2. Pirtûka duyemîn 32 rûpel e. Di nav pirtûkê de xêzkirin û boyaxkirina jimaran, danasîna navê rengan,mezin biçûk,paqijî, fêkiyên nîvî û tam, têgihên mîna nêz û dûr, ji teşeyan xelek û ji hestên mirovan jî xemgînî hatiye danasîn.  

3. Pirtûka sêyemîn 20 rûpel e. Têgihên mîna kevn-nû, vekirî-girtî, tije-vala, şev û roj,  ji teşeyan şiklê çarçik û sêgoşe û lakêşeyê, têkiliya navbera alavan, wêne û navê wesayîtan bi rêya xêzkirin û boyaxkirinê hatiye dayîn.

4. Pirtûka çaremîn 48 rûpel e. Têgihên mîna hişk-nerm, giran-sivik, li ser-li bin,çep-rast, şil-ziwa, qirêj-paqij, zirav û stûr hatiye dayîn. Her wekî din di pirtûkê de dîsa reng û hejmarên cuda hatiye dayîn. Di vê pirtûkê de li ser xwarin û vexwarinê jî sekinîne. Di rojên taybet de Newroz hatiye danasîn. Ji bo zarok laşê xwe û malbata  xwe baş nas bikin, der heqê van mijaran de du çalakî hatiye dayîn. Dîsa di vê pirtûkê de hem derbarê paqijiyê de, hem jî derbarê fêkî, ajalan û jimaran de gelek çalakî hene.  

 

5. Pirtûka pêncemîn 40 rûpel e. Şînbûna genim bi wêneyan hatiye vegotin. Cudatiyên di navbera wêneyan de bi rêya wêneyan hatine dayîn. Her wekî din îşaretên trafîkê, hînkirina saetan, ji têgihan mezin-biçûk, giran-sivik jî bi rêya ceribandinê hatiye dayîn. Dîsa pirtûk, di çalakiyekê de çêkirina seramîka bi xwê jî nîşanê zarokan dide. Her wekî din komkirin û deranî bi rêya çalakiyan hatiye nîşandin.


Seta Pêşdibistanê - KULÎLK


Kurmanci

Çoçuk kitapları

2015




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number