Jan Dêranê Dîgorî, ji “Tapê Qersê” dengê kilamên Serhedê, mîna Radyoya Êrîwanê tîne û digîhîne me di pirtûka xwe ya yekem Şev û Dengê de. Jan Dêran, bi helbestên xwe yên nûjen dinyayeke ronî ava kiriye; lê berê wî li demên çûyî ye:

 

“Xwezî niha ez û tu

Em di 17 û 18 saliya xwe de bûna

Li pêş malan, li quncikên odekan

Dizên awirên hev du bûna

Li dawetan, li malikên dercîranan”

 

Vegotinerê Şev û Dengê, mîna hemû evîndarên bêmiraz, di heyra bilêvkirina eşqê de ye. Bala wî bes li ser hezkiriyê ye:

 

“Ew bajarê ku em lê man

Ew ciyên ku em lê geriyan

Rûyê tu kesî nayê bîra min

Min bi tenê li rûyê te mêze kiriye

li wan deran.”

 

Jan Dêran, di Şev û Dengê de, xwendevanên xwe ji nav tariya zinadanên ku îşkence lê tê kirin, rêwîtî, xerîbî û têkçûnan re derbas dike û heta hêvî û bendewariyên ronî tîne.


Şev û Deng


80




Bêjeyên Sereke

Şev û Deng
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number