Sêxiştî, di nava folklora Kurdan da li seranserê Kurdistanê û dîyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye. Herçiqas ji hev piçekî cihê bin jî, heyranok, dilok, dûrik, sêrêzî ji malbata sêxiştîyan in. Celîlê Celîl û Gulî Şadkam, di sala 2011’an da li Xorasanê gund bi gund, kon bi kon gerîyane û wan ev sêxiştî kom kirine.

Ev xebat, ji 1701 sêxiştîyên herêma Xorasanê pêk tê. Sêxiştî, ji sê rêzan pêk tên û li ser mijarên cur bi cur tên gotin, bi teql û rîtmîk in. Di sêxiştîyan da her du rêzên pêşîn bi awayekî xurt bi hev ve têkildar in û di bîra stranvanan da bi hev ve girêdayî dimînin, ji hev naqetin. Rêza sisêyan, li Kurdistanê, wekî adet azad e, ew giranîya naveroka stranê, nîyeta bingehîn digire ser xwe.


Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan


174

Kurmanci

Edebiyat-Folklor-Zargotin

2001




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number