Baran û Dîlan Cêwîk in. Her du zarok rojeke Newrozê didin pê keskesorê ku xezîneya di bin serê wê de bibînin û ji xwe re bînin. Ew li pê keskesorê gelekî ji gundê xwe bi dûr dikevin û li ser girekî xwe digihînin serê keskesorê. Serê keskesorê li ser devê şikeftekê ye û her du zarok dikevin vê şikeftê. Di şikeftê de heft jê li alîyê rojhilat û heft jê li alîyê rojava çardeh derî hene. Her derîyekî şikeftê zarokan dibe demeke dûr ba fîlozofinan û giregirine dîrokê. Kalên Zerdeştî, Enkîdû û Gilgamêş, Hermes Tût, Manî, Ehmedê Xanî, Rabîaya Bedew û Mazdek li pişt derîyên li alîyê rojhilat û Perîandros û Pîttakos û Khîlon û Bîas û Thales li pişt derîyê yekemîn ê li alîyê rojava pêşwazîya zarokan dikin. Wekî din li pişt derîyên din ên li alîyê rojava jî gelek fîlozof û giregirên dîrokê pêşbazîya wan dike. Dîlan û Baran dê li pişt van derîyan, li pê Rastî û Ronayîyê herin û hînî gelek ramanên felsefî bibin.


ŞÎKEFTA FÎLOZOFÎYE


184

Kurmanci

Kürtçe Roman ve Novel

2000




Bêjeyên Sereke

ŞÎKEFTA FÎLOZOFÎYE
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number