Pira Dehderî di navbera Çîyayê Çilsiwaran û Koşka Berpirê de, bûbû wêneyekî bêhempa. Dîjle ji wan re bûbû kemanjenekî dilzîz; xuşexuşa ava ku di bin tîrêjên Rojê de dibiriqî ew digirtin, dibirin li ser textê evînê bi cîh dikirin. Te digot qey ev birc, di nav xirecira Amedê û bêdengîya xwezayê de bûbû sînorek. Bîhnên kulîlkên nûbişkuvî yên li ser şaxên zirav direqisîn, bi sirra sivikbayekî ji hela Qerejdaxê tevlî xeyalên keçikên li ser bircê dibûn. Ezman şipîşîn bû, li jor, gelek li jor wek ku hinekan pembo lod kiribe ewrên sipî şînayîya ezman dixemiland. Rojê bi hêz û qeweta xwe, bi tîn û ronkahîya xwe îro jî li ser dinyayê hukumdarîya xwe didomand. Jîyana ter û teze bi her awayî, li hemberî roj û meh û salên bere, yên rizîyayî derdiket û dengê xwe yê nûjen bilindtir dikir

 


Şikefta Xwekuştinê


128

Kurmanci

Kürtçe Roman ve Novel

2000




Bêjeyên Sereke

Şikefta Xwekuştinê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number