Li ser bênderên gundê Barisilê, roja man û nemanê ye. Mirin û jîyan li hemberî hev serqot in. Ji çavên dîl gazin difûrin, çirûskên hêvîyê xembar in. Germa havînê, dilopên xwêdanê bi ser kelecana dil ve dişîne. Kelecana dil, qefesên sîngên kelegerm dikute. Qêrînên bêdeng di nav bêçaretîyê de digevizin. Hêvî li asoyên gelekî dûr in. Can di nav lêhîya zulme de diperpitin. Roj ji ronahîya xwe fedî dike. Çîyayên Remî ji bilindbûna xwe fedî dikin. Deşta Bişêrîyê ji hebûna xwe fedî dike. Gundê Barisil, ji bêçaretîya xwe zarezar e. Îsyana xortên nûgihîştî, di nav dilan de difetise. Hewara pîr û kalan di nav kezebê de ditepise. Hemû deng di nav sîngan de, asê mane. Dem sekinîye. Tevger sekinîne. Livên herî biçûk, wek lehîyekê bi ser kerrikên guhan ve dibezin. Hemû çav bi hev ve hatine girêdan. Çavên herkesî li ser koma girtîya ne. 

 


Şikestî


240

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2021




Bêjeyên Sereke

Şikestî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number