Dekomentkirina bîreweriya welatekî:

Di vê romanê de Necat Baysal destê xwe datîne ser dijwartirîn qonaxa ku bajarê wî Nisêbînê tê re derbas bûye. Çi qasî azadî nêzîkî ber deriyê welatekî bindest dibe, ew qasî jî dagirker har û hov dibin. Ez behsa salên nodî yên sedsala bîstan dikim.

Tevî ku girtîgeh, xebata siyasî, işkence û zordarî ti cihî di jiyana kesên romanê de nahêlin lê dîsa jî çîrokeke hezkirinê, şitleke evînê, kêlî bi kêlî li ber siya çiyayên bilind ên bûne hêviya azadiyê, dibişkive.

Her çendî roman xwe dispêre “reyalîteya tazî”, mirov dikare wisa wê bi nav bike, lê ew bîreweriya bajarekî, hafizeya wî dihûne û kêlîkên herî hestiyar yên dîroka wî ya nêzîk zeft dike, dinivîsîne.

Tiştê ku ji kurdan kêm her ev bû; nivîsandina wan kêlîkên pirhêl ên dîroka kor a welatê wan. Ev roman wê xisleta me ya neyênî dişkîne.

 Helîm Yûsiv


Sînorên Bêderî


110

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2021




Bêjeyên Sereke

Sînorên Bêderî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number