çawa be ezê bimrim

 

çawa be ezê bimrim

ewê neyê bîra min navê ti kesî

tarî wê bikeve erdê piştî çûna min

 

çawa be ezê bimrim

ezê tî û birçî bim ji we re çi

çavşînê wê neyê ser gora min

 

çawa be ezê bimrim

li wir weka siya xwe ezê bi erdê re biçim

êşa min jî wê nebe îsqata min

 

çawa be ezê bimrim

ezê zor nedim xwe ji bo rojeke din

wê hew bê pirsîn bêdengiya min

 

çawa be ezê bimrim

wê birize can û bedena min

wê nebe xem kêlika li ber serê min


ŞÎNŞEM


96

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2021




Bêjeyên Sereke

ŞÎNŞEM
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number