Vê carê me ji kaniya ziman û edebiyat û bi giştî kultûra Kurdî kovarên Hawar û Ronahî ku bi serpereştiya Celadet Alî Bedirxan û alîkariya ronakbîrên kurd ên din derdiketin, berhevokek berhemên folklorê amade kir: Şîretbêj. Berî vê berhevokê bi navê Stranvan me berhevokeke din çap kiribû, bi Şîretbêj re berhevkirin/kitêbkirina berhemên folklorîk ên Celadet Alî Bedirxan; Hawar û Ronahî temam dibe.

Berhem ji sê beşan pêk tê. Wek kategoriyek giştî berhemên folklorîk me bi “Gulistan” bi nav kir, “Şîretbêj” û “Hinek jî Henek.” Beşên duyem û sêyem jixwe di kovaran de wekî sernav hatine bikaranîn. Wek her carê me hemû agahiyên nivîsê li dawiya wê nivîsandin. Celadet Alî Bedirxan bi navê xwe û çend navên mustear û gelek tişt jî bê nav nivîsandine, ji uslûb û naveroka wan diyar dibe ku ê wî ne. Hin tekstên bi mijarê ve girêdayî ku nivîskarê wan diyar e û ne ê wî ne jî, me xwest di vir de bi cih bibin.


ŞÎRETBÊJ


112

Kurmanci

1986




Bêjeyên Sereke

ŞÎRETBÊJ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number