Ev berhema ku Mistefa Aydoganê romannûs, lêkolîner û zimannasê Kurd veçapa wê, li gel awayê wê yê tîpguhastî û pêşgotineke dirêj amade kiribû, di sala 2007'an de ji alîyê weşanxaneya me ve hatibû weşandin.

Niha jî em vê berhema nivîskarê navdar Erebê Şemoyî dîsa bi amadekarîya birêz Mistefa Aydoganî –ji bilî serrastkirina çend şaşîyên piçûk ku piranîya wan di çapa yekem de ji ber şaşîyên teknîkî peyda bûbûn– wekî berhema orîjînal a sala 1935'an cara duyem çap dikin û pêşkêşî we dikin.

Xwendevanên me yên ku li ser serpêhatîya vê berhemê doza agahdarîyên berfirehtir dikin, dikarin li pêşgotina çapa yekem binêrin.

Lewre li ser daxwaza Mistefa Aydoganê amadekarê pirtûkê, lêkolîna ku bi çapa yekem re wekî pêşgotinê hatibû weşandin, bi çapa duyem re nayê weşandin. Ji ber ku ew dê wekî xebateke cuda amade bibe û bi awayê pirtûkeke serbixwe pêşkêşî we bibe.

Weşanxaneya me bi weşandina çapa vê berhemê ya duyem bextîyar e û hêvîya me ew e ku xwendevanên me jî dê pê bextîyar bibin.


ŞIVANÊ KURMANCA


186

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2019




Bêjeyên Sereke

ŞIVANÊ KURMANCA
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number