Her musliman, divê peyama îlahî fam bike ku ka Xweda çi jê dixwaze, çi emir dike, çi mizgînan dide, çi qedexe dike û wan ji çi haydar dike; da ku li gor wê peyamê bijîn û jiyana xwe li gor vê bimeşînin. Lê her kes bi zimanê Erebî nizane, ta ku ji wê çavkaniyê vexwin.
Peyama îlahî, ne tenê ji bo mela, îlahîyatnas û xwendayan, belkî ji bo her kesî ye. Lewma jî divê meal, bi uslûbek hêsan, zelal û bi zimanê gel bê nivîsandin. Di vê mealê de jî, heta ji destê wergêr hatiye zimanekî zelal û asan bi kar aniye.
Ji çembera roniya li dora hîvê re “sîwan” tê gotin, lê ew bi xwe ne “hîv” e. Meal jî, ne Qur’an bi xwe ye, belkî bi zimanekî din îfadekirina maneya wê ye. Lewma navê vê mealê “SÎWANA QUR’ANÊ” ye. 
Meala Qur'ana Pîroz

 


Sîwana Qur'anê


Kürtçe (Latince-Arapça)

Din Tasavvuf

2017




Bêjeyên Sereke

Sîwana Qur'anê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number