Herçend Siyabend û Xecê di warê işq û evînê de bête zanîn jî digel işq û evîna xwe Siyabend qehreman û lehengekî navdar e jî. Ji ber vê sebebê ye ku dema di civatan de navê Siyabend derbas dibe, biqasî işq û evînê, mêranî, camêrî, qehremanî û dijberiya zulmê û zordestiyê jî tête bîra meriv. Wekî gelek destanên evînî Siyabend û Xecê jî jihev hez kirine, bûne aşiqê hevdu, lê bi kul û derdên xwe ji vê dinyayê bar kirine û negihîştine hev. Heta niha gelek nivîskaran, jiyana Siyabend û Xecê nivîsandine. Nivîskarê vê kitêbê Dilbikulê Cizîrî jî ev destana navdar bi helbestkî, bi wezneke serkeftî nivîsiye û li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye...


Siyabend û Xecê


216

Kurmanci

Folklor-Destan

2015




Bêjeyên Sereke

Siyabend û Xecê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number