Şîzo

Peyam Îhsan

Şanoname

şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî

me dike. Şîzo; zarok e, lîstik e, evîn e, hezkirin e. Frên e, hevnîr e, kevneşopî ye, dewlet

e, rêgez e… Şîzo, di destpêka lîstikê de raketîye. Di berdewamiya lîstikê de dixweze

rakeve lê ni kare rakeve, an jî nahêlin rakeve. Yên ku dixwezin Şîzo rakeve jî raketineke

li gorî xwe jê dixwezin.

Pirî caran em di silsileya pêçokên li me hatine pêçan de winda dibin, dikevin rewşekê ku

em nekarin bêhna xwe vedin. Di rewşên bi vî rengî de, vîna me ya jiyanê an refleksa me

ya ber-xwedêriyê me mecbûr dike da em çareyekê bi-bînin. Ger em nikaribin biryareke

qewîn bidin ji bo em ji nava tixûbên teng xelas bibin, em ê ji xala xwe ya destpêkê

paşdetir jî bigindirin. Gin-dirîna me ne ji ber neserketina me ye, ji ber wê ye ku me hin tişt

kêm hiştine.

Qebûlkirina wekî têkçûnê me di navbera bênasnametiyê û jiyanê de diguvêşe. Wekî

kêma-siyek lê nanihêre, deriyekî nû yê cerbandinê ve-dike, dibe ku ji nû ve û bi caran

derîyê ceri-bandineke nû vebike. Lê di dawiya her pêçokeyî de em rastî destpêka

pêçokeyekedin dibin.

Xweafirandina kes, belkî jî pêvajoyeke dijwartir e ji şoreşên civakî. Hewildana kes bi rû-

birûbûna bi xwe û xilasbûna ji adetên xwe, her çiqasî di xwe de asta pêşkeftina civakî-

aborî ya derûdor, welatê ku ew lê dijî bihewîne jî, îs-tîsnayên wê jî hene.

 


Şîzo


62

Kurmanci

Tiyatro-Sinema-Senaryo

2021




Bêjeyên Sereke

Şîzo
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number