Sobarto, ne tenê çîroka salên agirê sînemaya Amûdê, razên sert ên zarokatiyeke lidûmayî û evîneke têkçûyî ye; di heman demê de di nav îmkanên çîroksaziyeke xurt û pirhêl de çîroka miletekî bindest û çerxa feleka wî ya çep e jî…
Fînala wê ya balkêş û reşbîn, sembol û motîfên biçûk ên ku hêdî hêdî dibin parçeyên yekûnekî, derî li “alegoriyeke netewî” vedikin. Sobarto, belkî ji wan romanên yekem ên kurdî ye ku di rengekî şexsî de, gav bi gav berê xwe dide wêneyekî giştî yê netewî û bê ku ji edebiyatê tawîz bide, me li ser vê têkçûnê sewqî hişyariyekê dike.
Sayfa: 200 Ebat:13.5 x 21

 

İstanbul, 2014

SOBARTO


200

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2014




Bêjeyên Sereke

SOBARTO
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number