Sofiyekî sextekar ku malxwe malê ji dilê xwe yê saf pê bawer dibe û dixwaze pê re alîkariyê  bike dikeve nav malbata Orgon; heta ku diz û xwediyê  malê bi hev dihesin sofiyê min û tê  dixwe, vedixwe û bi rûyekî rûşûştî  bela xwe di kevaniya malê dide.


 Molîêre  ku vê yekê dike mijara piyesa xwe, ji bo ku wê  bi derdorên serayê û dêrê bide qebûlkirin heta sala 1669-an  têdikoşe, ji berk u gava cara pêşîn li Versaillesê  tê nîşandan, piyes ji alî eynî derdoran ve weke piyeseke  xeter tê dîtîn û demeke dirêj tê qedexekirin. Ger Molîêre  bitenê durutiyên sofîtiyê  jî teswîr bikira, gelo dê şik û şibhe nehata ser sofîtiya rasteqîn?


Jixwe fêda û qezenca vê piyesê  ewende  mezin e ku; durûtiya nava mirov a ku ligor demê  reng diguhere  û bi awayekî din xwe nîşan dide jî derdixe meydanê. Lê tartuffe  her wiha jî  komediyeke xwiy û kesayetiyê  ye, ku pêkeniya  qebe hêdî  hêdî  ber bi diramê ve dibe û pê re pirr xweş harmonîse dibe. Molîêre  li vir bi hostayî û hunerê xwe  yê ku mirov heyran û hişmetkar dihêle   nîşan dide û binêre ku saf saf bi heyecaneke  pirr xweş dikene, jidil  kêfxweş bûye ber bi fikr, hizir û ramanên pirr ciddî, yên  kûr û dûr ve  dibe.


Tartuffe


135

Kurmanci

Tiyatro-Sinema-Senaryo

Yakup arKademir

2002




Bêjeyên Sereke

Tartuffe
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number