Vê biharê, rûyê Nisêbînê wekî heyveke zîvîn e. Wekî heyveke zîvîn e ku di pişt ewran de maye...

Rûyê Nisêbînê wekî deqandineke di demê de wênandî tê û di min dibihure. Lê em bêxatirxwestin in... Em girêdayî veqetandinên xwe ne hetanî bi mirinê. Firtoneyên nava me ji wê ne heyran. Em û Nisêbîn, em wekî du dergistiyên di navbera du kêran de li civanên hev in. Bila zeman di zimanê fistoqî de zirtan bizmar ke. Ne xem e. Di hebûnweriyê de hê jî gerdûn bi şikûdarî pêl dide. Û wê Nisêbîn bi bîreweriya xwe hişmiraz biwelide. Wê ji tariya xwe stêrkên xwe biwelidîne...

Hûn wilo nenêrin ku vêga xirbe û sikakên Nisêbînê wekî rahikên bedeneke zîndewar di bin gurmîna tank û topan de, di bin pijiqandina agirê bi bermîlên firokan de digirnije... Hûn wilo nenêrin ku wekî Stalîngrad û Kobanê dûxan û ewrên ji tozê digirin ser van xirbeyan. Wilo nenêrin ku vêga bombeyên kesk mija mirinê li ser van xaniyên kavilkirî dinermijînin... Ev bajar wê ji tariya xwe stêrkên xwe biwelidîne.

 


Temenên Li Ber Bahozê


176

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2000




Bêjeyên Sereke

Temenên Li Ber Bahozê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number