“Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye. Wê ji we re bibêje li wê çargoşeya di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Iraqê de. Lêkolînerê ku bixwaze tirsê ji nêzikayî nas bike û bizanibe tirs çi ye, bila berê xwe bide wan sînoran, cihê ku tirs lê çêbûye û lê pîr bûye.”


Helîm Yûsiv, ev berhem bi rengên cuda yên tirsê hûnandiye. Tirsa ku ji berî zaroktiyê dest pê dike, di zaroktiyê de bi rêya xurafeyan dibe tirseke şîn û xwe berdide hinavên mirovan. Bi mezinbûnê re tirs rengekî siyasî digire, muxaberat, zilm û îşkenceya dewletên dagirker dikin ku tirs li her cihî û ji her tiştî be û li diyasporayê jî pêsîra mirovan bernede.

Tirsa Bêdiran romana çîroka “zarokên tirsê” ye; zarokên ku di nav toz û dûmana tirsê de digevizin û li quncikê din ê dinyayê jî jê xilas nabin.

168 rûpel, roman, çapa duyem, Stenbol 2015


TIRSA BÊDIRAN


168

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü Edebiyat - Roman

1986




Bêjeyên Sereke

TIRSA BÊDIRAN
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number