Tu Li Ku Yî?, çûnekê vedibêje, çûneke wekî bi hezaran çûnan ku di vî sî salê dawiyê de hatiye jiyîn e û bêşop, bêveger û bê ser û şûn e. Tu Li Ku Yî?, li şopekê an nîşanekê digere. Ev nîşan çend hestiyên tevî hestiyên çend kesên din ên di goreke komî de be jî pê tê ser. Tu Li Ku Yî? çûnan, Mesûtan, hêvî û sawa dilê dayik û bavan vedibêje.

Nivîskar bi şêwazeke çîrokî bûyerên salên nodî, jîyana xwe û Mesût, a bi hev re, taybetmendîyên Mesût û çûna Mesût vegotiye. Her çi qas hêvîya nivîskêr gelekî qels bûbe jî nivîskar ne reşbîn e lê her hêvî an sawek jî heye di dilê wî de. Ev jî îlankirina şehîdbûna Mesût a bi çend hevalên wî re ye.

Ahmet Bilge di sala 1971'ê de li gundê Şelmoyê ê bi ser Hezoya Êlihê ve ji dayik bûye. Di sala 1991'ê de dest bi xwendina Mamostetîya Seretayî a Zanîngeha dîcleyê kiriye. Di sala sisêyan a xwendinê de hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Niha jî di gîrtîgeha Elbîstanê de ye. Tu Li Ku Yî? berhema nivîskar a duyemîn e.


TU LI KU YÎ


96

Turki

Kürtçe Roman ve Novel

2014




Bêjeyên Sereke

TU LI KU YÎ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number