“Û Çiya Jî Dinalin” pirtûka kurteçîrokan a yekem a nivîskar Omer Dewran e. Pirtûka ku ji yazdeh kurteçîrokên cihêreng û balkêş pêk tê, me dibe atmosfereke Kurdewar û dêrîn ku gîyanê çîrokbêjîya civatên Kurdan zindî dike.

Di van çîrokan de, Omer Dewran zimanekî folklorîk û biwêjî yê pir hestyar bi kar tîne ku xwîner rasterast dibe heyranê vegotinê û nikare dev ji xwendinê berde.

Di çîroka sereke ya bi navê “Û Çiya Jî Dinalin” de, nivîskar çîrokeke gelêrî ji kakilê Kurdîya rewan û herikbar raberî xwendevanan dike. Çîrok ku li ser meseleya namûsê disekine, bi awayê vegotina çîrokbêjîya şevbihêran hatiye ristin û di qalibekî xweşkok de hatiye rokirin. Ev yeka han herikbarîyeke bêsînor dide vegotinê, ji ber ku çîrok têrtijî ye bi dirûvpêxistin, wesifdan, biwêj û metelokên Kurmancîyê.

Di vê pirtûka xwe ya yekem de, Omer Dewran deqeke cihêwaz bi zimanekî biwêjî û efsûnî pêşkêşî xwînerên Kurdîyê dike û wan li gulzara folklora Kurdî ya dewlemend dibe geşt û seyraneke behiştîn a çîrokbêjîya civakî.


Û ÇÎYA JÎ DINALIN


112

Kürtçe Roman ve Novel

2010




Bêjeyên Sereke

Û ÇÎYA JÎ DINALIN
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number