Her du xwişkan Tamara Refo û Kubara xwişka wê bîranên xwe yên zarokatî û gundewariyê,

ciwanî û dayiktiyê, lêkolinerî û pisporiyê vegotine. Herwiha du heb kurteçîrokên afirandî jî

pêşkêşî wêjeya kurdî kirine ku her yek şahideke dewrana wan e. Wekî ku tê zanîn, wesfên

jinan (dayikan) hertim ji yên mêran (bavan) xurtir in; ji ber ku xeyala zarokan a zimanî bi

destên wan tê avakirin; hûrgiliyên mijaran di heyama sexbêriya wan de tên çikandin. Paşê

zarok digihêje, tevî jiyanê dibe û di nava herka jiyanê de beşeke vê bingeha xwe ya zimanî

bi kar tîne. Ha wisan, Tamara û Kubar bi zimanê xwe yê herikbar pêşiyê çend dîmenên

jiyana xwe raberî me dikin: Di nava van bîranînan de hêza vegotinê, hûrgiliyên wesfandinê,

numûneyên gencîne ya gelêrî û şîrovekirineke analîtik diyar e. Duwanzde bîranînên her du

xwişkan -bi rastí- belgene dîrokî ne ku beşek ji heyama tarî ya kurdên Sovyêtê radixe ber

çavan; herwiha her du kurteçîrokên afirandî jî dîsa ji çarçoveya vê heyamê dernakevin, lê vê

heyamê bi dema niha ya kurdan ve girêdidin


Were Quling


133

Kurmanci

Anı

2021




Bêjeyên Sereke

Were Quling
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number