Xanîyê Şîn, romana yekem a Tahir Taninha ye. 2016an de kurteçîrokên wî bi navê Lata Lêron ji weşanxaneya Lîsê derketîye. Romana Xanîyê Şîn, behsa malbateke gundê wan hatiye şewitandin dike. Malbat koçî Diyarbekir dibin, li Taxa Baglarê bi cih dibin. Li vê taxê jîyana xwe berdewam dikin. Roman behsa çend rojên meha mijdarê dawîya sala 2000an dike. Binevşê ji Taxa Baglarê tu caran derneketiye û hez nake ji wir derbikeve. Êdî heznake here gund jî, li taxê, di xanîyê şîn de ase maye. Mêrê wê Cembelî, keça wê Norin kurê wê Tajdîn hewl didin ku Binevşê bibin taxên dî, bibin gund. Çi qas hewl didin, jîyana wan, serborîya wan, wan jî li Taxa Baglarê, li xanîyê şîn ase dike. Evînên şikestî, dinyayeke bêhêvî, rabirdû, jîyaneke zor û zehmet malbatê li taxê, li malê ase dike. Şayesandina kuçeyên teng, mirovên li taxê dijin, yên koç dikin, yên li ber malên xwe rûniştine dike. Xewnên ecêb, rabûrdîyên tevlihev heta malzarokê, jîyana ciwantîyê, dawet, mil bi mil, serdestîya mêran, zordestîya dagirkeran ji devê yekemîn, ji devê sêyemîn tê vegotin.


XANÎYE ŞÎN


88

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2017




Bêjeyên Sereke

XANÎYE ŞÎN
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number