XELEKA XEYALÊN BÊ EZMAN

Add to Favorites

XELEKA XEYALÊN BÊ EZMAN

ISBN: 9786257085403





“Dengê pê re diaxivî, bi qijeqij bû, wek kemaneke bêakord bi rexneyan ser û guh lê dirûçikand. Dixeniqî… Gavbigav di hinavê xwe de dikizkizî. Paşê ew kizîn li gewrîyê asê dibû, du qirçîna ewr û ezmanê hestiyar, wê ba­rana di kortikan de digewimî bi xwişînî pêşî lê berdida. Hêsirên wê, ew dilopên kirîstal, biriqandin li xwe wenda kiribûn. Di­şibîyan çilkên ji cihokan bipekin.”

 

Ne ji kurdeke jin,  ji jineke kurd.

 

Romaneke bêefsûn, bi relalîzma realîst, bi kurdîyeke bi kurdî.

 

Sereleheng: Tu kî bixwazî bila ew be.

 

Cih: Tu kîjan derê bixwazî ew der e.

 

Dem: Li benda te namîne, tu jî li bendê nemîne.

 

Mijar: Bajarekî bi mij e, ger  bixwazî bimije, ger bixwazî bikuje.

 

 

 

Tevneke kevn e roman; her dem li rêyekê û li rûyekî digere.

 

 


XELEKA XEYALÊN BÊ EZMAN


254




Bêjeyên Sereke

XELEKA XEYALÊN BÊ EZMAN
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number