Xaylaza Reşîd bi hinek helbestên xwe ve wê zincîrê diqetîne, ku erf û edetê miletîyê bi wê evîna paqij qefs kirine, di hinek helbestan da ew qeyd û çîdarên astengîyê ên li ser evînê hûrxweş dike, di hinek helbestan de jî ew bi evîna xwe a paqij û zelal, helal û delal kelemçeya neheq ku kirine dilê evîndaran, bi nermî û nazikayî ji hev dike. Van helbestên nazik û dilsoj dixwînî û demekê difikirî: “Qederê bona çi ev huner neda me jî?” Bê hemdî min be jî, cara pêşin di jîyana min de çarxetek ji ber serê min derket, ew jî, xuya ye tesîra helbestên Xaylazê ne û ji bo Xaylazê dîyarî ye:

 

Tu keça Kurda şîrhelal,

Helbestên te kûr û delal,

Weke ava kanîyan zelal,

Paqij mîna cewahir û lal.

 

Têmûrê Xelîl


Xêlîya Spî


350

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2001




Bêjeyên Sereke

Xêlîya Spî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number