Berken Berehê bi helbesta xwe ya bi navê “mîna guleke êvelî, ger bubuhire jîna me” bi kovara Tîrêjê gav avêt milkê helbesta Kurdî, di helbestên xwe de da dû êş û kulên vê xakê û wan di tûrikê hiş û dilê xwe de berhev kir, ew bi hestyarî pehtin û daxilî helbesta xwe kir. Ew, dildar û dilsozê dinyayeke gerden-azad, mişt-evîn, biratî û bextewarîyê bû. Wî her da dû wê xewna xwe ya dinyaya ku insan û hemû giyanewer li ser wê bi biratî bijîn. Ji bo sazkirin û damezrandina vê dinyayê hem di qada sîyaset û hem jî di qada nivîskarîyê de wek têkoşerekî cihê xwe girt. Lew, helbestên Berehî digel hestyarîya dilî, dîroka vê erdnîgarîyê ye jî. Wî êş, jan û kula zaroka hê navlênebûyî, ya ketî ber pêla jehrê li Helebçeyê, gundîyên gundên wan hatî şewitandin û valakirin, karkerên li Şirnexê mayî di bin heza bîra komirê de, jar û hejarên li binê guhê dinê jî bi heman rengî jîya. Berken Berehî di jîyan û helbestvanîya xwe de her bû derwêşê êş û işqê û li dor vê têgehê çû û hat û her tişt li gorî wê şîrove kir. Di helbestên xwe de digel êşê, bajarvanîya virnî û bandora wê ya sext û dijwar û pêla wê ya bişaftinê ya li ser kes û civaka Kurdî, bi zimanekî herikbar û resen anî zimên.

Helbesta Berken Berehî, hawar û qêrîna takekes, civak û xaka (çand, hawirdor, xweza…) Kurda ye ku digel stemkarîya bindestîyê, ketiye bin nîrê bajarvanîyeke sext û virnî. Û ew, vê rastîyê bi hêmayine henûn û bi vegotineke jidil radigihîne helbesthezên Kurdî. Ew ji xwe dide rê, bi ferhenga xwe ya kubar û ji hamasetê dûr, wek pêla behrê xeleka xwe berfireh dike ta dinyayê radipêçe. Em di helbesta wî de li rastîya jîyanê temaşe dikin, dijîn.

Berken Berehê bi her dîwana xwe li derî û delîveyine nû digere, bi vê dîwana xwe jî vê rêwîtî û keftlûlefta xwe berdewam dike. Ew, ji hêlekê ve kemberek din li pira ku dê klasîk û helbesta azad bigihîne hev, zede dike; hem ji bo peydakirina form û şêwazên nû ji bo helbesta azad û hem jî ji nû ve pênasekirina têgeha işqê dikeve nava hewldanekê. Ji qewla Kawa Nemirî “Berken Berehê bi gelek helbestên xwe timî silavê dide nifşê piştî xwe... yê ti tirs û şayîşa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de...” di vê dîwanê de jî, bi henûnîya peyva Kurdî jîyanê li ber dilê me xweş û geş dike.


Xewna Dawî


118

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

1986




Bêjeyên Sereke

Xewna Dawî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number