Xoşxwan dîwana Seydayê Cegerxwîn a yekemîn e. Ev dîwan, ew dîwan e ku nivîskarê wê çend helbestên wê di dîwanên xwe ên din de bi cî kirine û di dawîya dîwana xwe a bi navê Kî me Ez de gotiye: “Ev her du ristên dawî ji dîwana min a kevnare ne, ko min nedixwest wê çap bikim. Her wekû ev ristên ha, di sala 1348- 1925'an de hatine çêkirin, lê ji ber ko gelek gotinên biyanî tê de bûn û heta awira min jî hatiye guhertin, min nexwest wê dîwanê çap bikim, lê destnivîsî li nik min peyda dibe.”

Wekî nivîskar jî dibêje piştî vê dîwanê awira Seyda guherîye. Di vê dîwanê de Cegerxwînekî Xwedênas heye û ji lewma jî pesnê Xwedê û pêxember dide. Lê Seydayê Cegerxwîn di vê dîwana xwe de jî rexneyan li şêx, mela, suxte, paşa, begler, şivan û gavanên Kurd dibarîne û dibêje:

Ey şêxê sahibê tac

Wey Rebê qewmê Kurmanc

Madem tu serbitac î

Çiman tu bêrewac î?


Xoşxwan


174

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2019




Bêjeyên Sereke

Xoşxwan
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number