Zaremya, pirtûka “Îrfan Amîda” ya çaremîn e. Zaremya di mîtolojiya Aryan de jinê, jiyanê êşê ji nû ve jidayikbûnê û di heman katê de hêviyê temsîl dike. Pirtûka helbestvan Amîda ya ji helbestekê tenê pêk tê jî helbesta êşê, jinê, evînê û ji nû ve jidayikbûnê ye. Helbesta bûneweriyê ye.

Avakirina deng û zimanê xwe û qolincîbûna jinekê, jiyanekê, gelekî, mirinekê û jidayikbûna welatekî ye Zaremya.

Ev rêwîtiya ji nû ve jidayikbûnê, ev lêpirsîn û lêhûrbûn nirxandina dîrokekê, welatekî, aktorên wî welatî yên maxdûr, şahid û xayinên wî welatî ye di heman çarçovê de werqilandina li mekan û zemanê wî welatî û gelê wî welatî ye jî.

Xwendevan bi Zaremya derdikeve rêwîtiyeke dîrok, evîn û ji nû ve jidayikbûnê. Zaremya zimanê me yê qerimî û zingargirtî dike ku wekî zêr bişixule.


Zaremya


64

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2009




Bêjeyên Sereke

Zaremya
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number