ZÊRKA ZÊRA

Add to Favorites

ZÊRKA ZÊRA

Cureyên Edebiyata Gelêrî Ji Derdora Mêrdînê

Necat Keskin

Avesta Yayınları

ISBN: 9786052246580




Ev xebata di destê we de ji mînakên cureyên edebiyata gelêrî yên derdora Mêrdînê pêk tê ku di çarçoveya Projeya Lêkolîna Folklora Mêrdînê de hatine berhevkirin. Loma, bo ku derbarê projeyê fikrekî xwîner çêbibe di destpêka vê xebatê de metna projeyê bixwe jî cih digire. Herweha ev metin dikare wek mînakeke projeyekê jî bê xwendin û ji ber vê yekê dê ji bo kesên bi sehayê ve eleqedar jî sûdewer be.
Berê televizyon û telefon tune bûn, loma gotin û guhdarîkirina rûbirû hebû ku ew tradisyona devkî zindî dihişt. Lê îro tê dîtin ku ew çîrok, serpêhatî, hikaye, pêkenok û cureyên din ên edebiyata gelêrî li hember hêza televizyon û çîrokên nû yên televizyonan ber bi windabûnê ve diçin. Ji ber vê yekê jî, berhevkirina mînakên cureyên edebiyata gelêrî girîng e. Ev, ji aliyekî ve careke din têkiliyekê di navbera nifşan de çêdike û ji aliyê din ve jî xebatên bi vî rengî ku di çarçoveyeke akademîk de hatine kirin ji bo pêşerojê dibin mijarên nirxandinên derbarê edebiyata gelêrî. Giringiya vê xebatê jî ev e.
Di vê xebatê de mînakên hikaye, efsane, serpêhatî-mesele, çîrok, pêkenok, zêmar, lorî, mamik-tiştanok, zûgotinok, gotinên pêşiyan û biwêjan cih digirin ku ji derdora Mêrdînê hatine berhevkirin. Hêvî ew e ku xwîner ta'meke wê tradisyona devkî jê bistînin û lêkolîner jî ji bo xebatên xwe jê sûd wergirin.


ZÊRKA ZÊRA


200

Kurmanci

Edebiyat-Folklor-Zargotin

2019




Bêjeyên Sereke

ZÊRKA ZÊRA
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number