Xebata folklorê ku xîret û sebreke mezin jê re divê û bi hezkirin berhevkarîya wê tê kirin, ji pênûsa Hecîyê Cindî, ji devê çîrokbêj û dengbêjên Kurd ên li Ermenistanê xwe di ser zemanan re çeng kiriye û xwe gihandiye ber destê xwînerên vî zemanî.

Xwedîyê pênûsa qewî yê sedsalek li dû xwe hiştî, bi gelek hingavên pêşîn ên ji bo pêşvebirin û geşedanên zimanê Kurdî bi xîreteke mezin xebitîye. Bi romana xwe Hewarî piştî Erebê Şemo weke romanûsekî pêşîn ê wêjeya Kurdî tê hesibandin. Hecîyê Cindî bi sekna xwe ya rewşenbîrî ya ji dastan û metelokên tevgerên Kurdan wergirtî, ji bo piştgirîya hempîşeyên xwe yên Ermen ji teref Stalînî ve hatiye sizakirin û heta dawîya Umrê xwe ji cehda xwe kêlîkek jî bi şûn ve nemaye.

Di Folklora Kurmancîyê de Hecîyê Cindî zargotina Kurdî di beşên bi navê Afirandinêd Êpîkîyê, (Mem û Zîn, Binevşa Narîn, Sêva Hecî, Xelîlê Birazî, Lawikê Kêrê, Ferxê û Sitîya Ala, Ûsiv û Xezal, Xatê Xanim, Dimdim/Xanê Kurdan, Elîyê Xarzîya, Karvan Rabû, Rûdeve, Koroxlî û Polîbeg, Davîtê Sasûnê) Çîrok û Mijûlî, Kilamêd Hizkirinê (evîntîyê), Kilamêd Govendê, Metelok, Têderxistinok, Zûgotinok, Efrandinêd Wextê Sovêtîyê berhev kiriye. Hecîyê Cindî ji bo berevkirina van berheman gişan bi dehan mirovên Kurd re hevdîtin û qeydkirin/nivîsandina ji dengan kiriye.

Zargotinzan, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan,wergêr, ferhengzan û rewşenbîrê Kurd Folklorzanê mezin Hecîyê Cindî bi Folklora Kurmancîyê bo qewîkirina nivîsa Kurdî ya îroyîn jî dergehên nû vedike.


FOLKLORA KURMANCIYÊ


582

Kurmanci

Folklor-Destan

1986




Bêjeyên Sereke

FOLKLORA KURMANCIYÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number